Çepê Tirk ku 80 sal in bi slogana wekhevî û dadgeriyê têkoþînekê dike, ji 80'yî zêdetir carî parçebû. Roja 10'ê adarê ajansên nûçeyan ragihandin ku bi navê EDP partiyeke nû ya Çepê Tirk hatiye avakirin. Li gor nûçeyan partiya tirk SHP û komek ji partiya çepgir ODP qetiyayî û hinek komên din, çalakgerên tirk, rewþenbîr, rêberên elewiyan û gelek çepgirên serbixwe di EDP'ê de cih digirtin. Lê piþtî nîvroj nûçeya parçebûnê belav bû, hate ragihandin ku gelek navdar, rewþenbîr, çepgir û kesên din ji EDP'ê veqetiyan.
Veqetiyayên nû di roja yekem de daxuyaniyên devkî û nivîskî belav kirin û rexneyên gomeyî berdan ser EDP'ya ku hêj avabûna wê jî neqediyaye. Li gor nûçeyan partiya heyî ya bi navê SHP dê di kongreya xwe de navê xwe bike EDP û bi vî rengî komên din jî dê beþdarî partiyê bibin. Lê li gor daxuyaniyên hatin weþandin, ev ji yekbûnekê wêdetir parçebûn, dilmayîn û xeydek nû ye.
Tîp Ji Bo Parçebûnê Neman
Çepê tirk di warê parçebûnê de navdar e. Serokê Giþtî yê PKK'ê Abdullah Ocalanî di heftiyên borî de ji parêzerên xwe re anîbû ziman ku hinek li Tirkiyeyê bi zanebûn nahêlin partiyeke hêja di vî warî de ava bibe. Rewþa dîrokî ya çepê tirk jî rewþeke wisa dide xuyakirin. Partiya bi navê TKP ya çepgir piþtre wekî TKP-ML, TKP/ML, TKP (ML) parçe parçe bû. Partî bi nav û nîþanekên wisa parçe bû, ku dema yek bixwaze ji yekî bipirse ku ew endamê kîjan TKP'ê ye, gerek wisa wiha ava bike: "TKP ya we xetik, parîn an kevanê bi kar tîne?" Pirsek bi vî rengî jî gelek caran wekî "tinaz" û henekpêkirin" tê qebûlkirin. Li gor hin nirxandêran, jixwe ev rewþ bixwe karekî sereke yê dewleta tirk e.
Dîroka Tirkan Bi Parçebûnê Derbas Bûye
Di dîroka tirkan de gelek þer û dagirkerî hene, lê berevajî serkeftin û avakirinan, xerakirin û hilweþîn pirtir in. Di dîrokê de gelek caran tirkan dewletokên biçûk ava kirine û êrîþî hev kirine, dewletokên hev xira kirine. Li hember gotina wekî "me di dîrokê de 10 dewlet ava kirine" hinek nirxandêr dibêjin "tirkan 10 dewlet ava kirine, lê 9 jê xera kirine." Ev yek wekî parçeyekî karaktera tirkan tê qebûlkirin.
EDP Di Roja Yekem de Parçe Bû
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (EDP, ku roja 10'ê adarê hate diyarkirin, bi daxwiyaniya veqetînê ya Pispor Ahmet Insel, Pispor Fuat Keyman, nivîskar Oya Baydar, Pispor Mithat Sancar, rojnamevan Aydin Engin û Pispor Bijîþk Gençay Gursoy kete rojevê.
EDP ku bi rêberiya Serokê Kevin ê ODP'ê Ufuk Uras û Ali Balkiz tê avakirin, hewl dida ku yekîtiya çepên tirk pêk bîne. Balkêþ e ku Ufuk Uras bixwe jî wekî Serokê ODP'ê, berî hilbijartina 27'ê adara 2009'an ji partiya xwe veqetiya û ji lîsteya partiya kurd DTP'ê ket hilbijartinê û niha ji heman lîsteyê parlamenterê Stenbolê ye.
Li gor agahiyan EDP'ê hewl dide ku rewþenbîr, çepgir û kesayetiyên serbixwe û partiya çepgir SHP'ê bigihîne yekîtiyeke çepgir. Serokê partiya nû Ziya Halis da xuyakirin ku SHP di kongreya xwe ya awarte de dê navê xwe bike EDP. Di EDP'ê de dê yekîtî pêk bê. Lê kesên îro daxuyanî belav kirin, gotin ku yekîtî ne mimkûn e, ji ber ku ev partî li ser bingeha 3 koman ava dibe û ev yek ne tiþtekî rast e, ji ber ku kesên serbixwe, çalakger û rewþenbîrên çepgir nikarin hebûna xwe nîþan bidin, ango beþdariyê bikin.
Di dîroka çepê tirk de, her kes û komeke ku di rêveberiyê de cih negirtibe, ji partiyê vediqete û koma xwe ava dike. Vê yekê wekî çandekê mohra xwe li dîroka tirkan xistiye.