Serûpel
|
Nûçeya Taybet
|
MANÞET
|
Nûçeya Flaþ
|
Rojev
|
Nûçeyên Rojê
|
Polîtîka
|
Jiyan
|
09 Rezber 2010
Amîda Kurd
Hevpeyvîn Dosya Ji Amîda Wêje Weþan Muzîk E-Pirtûk Xwarinxane Ji Xwendevan Ziman
Rojev Werzîþ Cîhan Aborî Teknolojî TV Radyo Rojname
 
24 Saet
24 Saet

tariq-hasimi-li-diji-talebani-ye

: 2010-03-10 01:46:44
: 2010-03-10 01:51:21
Nûçeya Nû

Cîgirê Serokomarê Iraqa Federal Tariq El Haþimî, di daxuyaniyeke xwe de ragihand ku ew li dijî hilbijartina kurdekî ye, ku bibe serokomarê Iraqê. Tariq El Haþimî ku endamê Lîsta El Irqiye ye, ku serokê wê Eyad Elawî ye. Tariq El Haþimî li dijî berendamiya (berbijêrî) Celal Talebanî derket.

Tariq El Haþimî, ku niha cîgirê Serokomarê Iraqê ye, di daxuyaniyeke xwe de ragihand ku Iraq welatekî ereban e û ji ber vê jî, divê kesekî ereb serokatiya komarê bike.

Li gor nûçeya Zagros Tv, roja 8'ê adarê cîgirê Serokomarê Iraqê Tariq El Haþimî, di daxuyaniyeke xwe de da xuyakirin ku erka Serokomariyê bilindtirîn erk e, ji ber ku Iraq jî dewleteke ereban e, divê kesekî ereb serokatiya komarê bike.

Di berdewama daxuyaniya Tariq El Haþimî de, derket holê ku bingeha van gotinên radîqal û hiþk ji bo çi ye. Haþimî da xuyakirin ku wekî berendamekî ereb, ew bixwe ji bo Serokomariya Iraqê berendam e.

Tariq El Haþimî, di dûmahîka daxuyaniya xwe de behsa têkiliyên Iraqê bi dewletên din ên ereb re kir û got heke Serokomarê Iraqê ereb be, dê Iraq vegere hembêza niþtimana erebî û pêwendiyên Iraqê dê bi dewletên ereb ber bi baþbûnê ve biçe.

Li aliyê din lîsta dewleta qanûnê bi Serokatiya Nûrî El Malikî ragihand, ku dê piþtevaniya berendamiya Celal Talebanî ya ji bo Serokomariya Iraqê bike. Li ser vê mijarê Serokomarê Iraqê Celal Talebanî jî ragihand ku 4 lîste yên sereke razîbûna xwe ji bo Serokomariya wî ya Iraqê nîþan dane.

Li gor yasayên Iraqê, dewleta Iraqê ji 2 neteweyên sereke pêk tê û pêdiviyên hikûmeta Iraqê bi hevbeþî bi rê ve diçe.

Amîda Kurd

277