| 09 Rezber 2010 |
2010-03-09 / Hebûn çi ye gelo? Xwarin vexwarin, razan û hemî livên li jiyanê? Lê mirin? Rawestana liva hebûnan e? Belê ji bo gelekan, lê ne ji bo hinekan: Lewre ew hinek bi kiryarên xwe, bi rawestana xwe, bi hilberînên xwe ji xwebûnê derdikevin û ji xwe didin gelekan û dibine gelek, di nav gelekan de bi sedê salan dijîn. Jiyan bi wan geþ dibe, bi wan re li ser piyan dimînin û bilind dibin nirx û rûmet, bi wan xurt dibin dil û mêjî û bi wan mezin dibin xiyal û paqij dibin giyan… Êdî ew ne xwe ne.
Mezinahî di ji dûrbûna xwebûnê de veþarî ye û tunebûn di xwe bisînorkirina xwebûnê de. Dema ji xwebûnê dûr dikevî, mîna gotinên xwe dijî, mîna xiyalên xwe û wê demê di rastiyê de dibî XWE. Bi gotin û xiyalên xwe re yek î êdî, ji lewre jî mezin…
Deng û dilê mezin hunermendê kurd Mihemed Þêxo di sala 1948an de li Baþûrê Rojavayê Kurdistanê, li Gundê Xecokê ku li ser bajarê Qamiþloyê ye, tê dinê. Bavê felek hîn ji zarokatiya xwe ve di nav tengasiyên aborî de mezin dibe û ji bo vê alîkariya malbata xwe dike. Nûxuriyê dê û bavê xwe ye û bar dikeve ser piþta wî. Hîn di zarokatiya xwe de rastiya bindestî û xizaniyî dibîne û dinase. Ji ber van tengasiyan, bi derengî, di sala 1959an de dest bi dibistanê dike, lê ji tunebûnê û neçarî, hîn di dibistana navîn de ye, dest ji xwendinê berdide û dest davêje biska xwe, dest bi muzîkê dike. Wî êdî li Qamiþloyê li gel Aramê Tîgran, gelek hunermendên kurd ên din jî nasîne. Di sala 1970yî de diçe Lubnanê û du salan li Navenda Yekîtiya Muzîkê perwerde dibîne û piþtre bawernameya xwe digire. Di heman sala ku bawernameya xwe digire de (1972) bi navê ”Serkeftin” komeke muzîkê ava dike. Piþtî demekê vedigere gundê xwe Xecokê û ji wir jî derbasê Baþûrê Kurdistanê dibe. Piþtre bi pêþmergeyan re derbasê Rojhilatê Kurdistanê dibe, lewra pêþmerge wê demê li dijî hêzên Îraqê têk diçin. Di dema ku li Rojhilat dimîne de, ji ber ku li dijî rejîma Îranê derketiye, biryara girtin û bidarvekirina wî tê dayîn û ew car din bi rêyan dikeve, direve diçe Sûriyê.
Hozanê nemir Mihemed Þêxo 14 kaset tomar kirin û Bavê Felek di 9ê Adara sala 1989an de koçê xwe bar kir û li bihuþta rengîn danî. Lê bihuþtekê jî di nav me de ava kir û li nav 14 gul û nêrgizên herî xweþ çand ku hemî adaran di nav dilan de car din serî bilind dikin û bang li Bavê Felek dikin, da bike þînê bo me hemuyan.
Em mîna Amîda Kurd bi minêkarî hozanê nemir Mihemed Þêxo bi bîr tînin. Em dê her spasdarê wî û nirx û rûmetên mîna wî bin ku bi huner û dilên xwe yên mezin bûne sembola dilsozî û welatparêziyê.
Amîda Kurd
: 2010-03-09 08:26:56
http://www.amidakurd.com/dumahik.php?id=3910
Hemû maf parastî ne.
Copyright © 2009-2010, VACMS NET