Serûpel
|
Nûçeya Taybet
|
MANÞET
|
Nûçeya Flaþ
|
Rojev
|
Nûçeyên Rojê
|
Polîtîka
|
Jiyan
|
09 Rezber 2010
Amîda Kurd
Hevpeyvîn Dosya Ji Amîda Wêje Weþan Muzîk E-Pirtûk Xwarinxane Ji Xwendevan Ziman
Rojev Werzîþ Cîhan Aborî Teknolojî TV Radyo Rojname
 
24 Saet
24 Saet

pivana-runistina-protokole-pir-giring-e

: 2010-03-07 20:25:32
: 2010-03-07 20:30:53
Nûçeya Nû

Partiya Aþtî û Demokrasiyê (BDP) cara yekem li Bakur fermanameyek berfireh ji bo pîrozbahiyên Newrozê ji rêveberiyên hemû bajar, navçe, þax, rêveberiyên þaredariyan û saziyên xwe re þand. Li gor vê yekê îsal Newroz li navçeya Geverê dest pê dike û dê hemû rêveberên navenda BDP'ê, endamên Meclîsa Navendî, endamên Lijneya Kargerî ya Navendî û hemû þaredarên kurd beþdar bibin.

BDP'ê di fermanameya xwe de daxuyand ku hemû þaredar û rêveberên navendî, bê ku hincetekê nîþan bidin divê roja 17'ê adarê ji bo Newrozê li Geverê bin.

Newroz îsa tenê rojekê nayê pîrozkirin. Newroza 2010'an dê heftiyekê dom bike. BDP'ê di fermanameyê de daxuyand ku bi tu hincetan rêzikên vê bernameyê nikare were guhertin û slogana îsal jî belî kir:

"Makezagoneke Demokratîk, Welatekî Demokratîk,  NeteweyekDemokratîk û Komareke Demokratîk". Ev slogan li Bakur tenê bi kurdî dê li hemû cihên newrozê were bicihkirin.

CIL Û BERG TEQEZ DÊ KURDÎ BIN:

Di fermanameya BDP'ê de ji bo hemû partiyiyan tê ragihandin ku îsal her kes dê bi cil û bergên kurdî beþdarî Newrozê bibin. Ferman ji bo jin û mêran bêcudahî derbasdar e û rêveberên ku cilên kurdî li xwe nekin, nikarin derbasî protokolê jî bibin. Di fermanameyê de tê gotin ku ev pîvan bê hincet divê were bicihanîn.

GAZÎ GEL BIKIN, BILA CILÊN KURDÎ WERGIRIN:

Navenda BDP'ê, ji hemû rêveberiyên bajar, navçe û þaxan re ragihand ku ji bo rojên pîrozbahiyên Newrozê gel agahdar bikin ku jin û mêr, zar û zêç bi cil û bergên kurdî beþdarî Newrozê bibin. Di Newroza îsal de li hemû Kurdistanê tenê dê kurdî were bikaranîn, kurdî were wergirtin û kurdewarî were tevgerîn.

17'ê Adarê Dest Pê Dike, Heftiyekê Didome:

Li gor fermanameya BDP'ê, Newroza îsal dê heftiyekê were pîrozkirin. Di 17'ê adarê de li Geverê dê pîrozbahiyek mezin, bi beþdariya hunermendên navdar û hemû rêveberên BDP'ê were pêkanîn. ji 17'ê adarê heta roja 21'ê adarê dê li navçeyên Kurdistanê Newroz were pîrozkirin. Roja 21'ê adarê li Amedê bi beþdariya pirtirîn kesan dê Newroza herî mezin a sedsalê were pîrozkirin.

BDP di Newroza 2010'an de armanc dike ku herî kêm 3 milyon li navçe, bajar û herêmên xwe beþdarî Newrozê bibin. Lê roja 21'ê adarê li Amedê milyon û nîv kes tên hêvîkirin.

Amîda Kurd



558