Serûpel
|
Nûçeya Taybet
|
MANÞET
|
Nûçeya Flaþ
|
Rojev
|
Nûçeyên Rojê
|
Polîtîka
|
Jiyan
|
09 Rezber 2010
Amîda Kurd
Hevpeyvîn Dosya Ji Amîda Wêje Weþan Muzîk E-Pirtûk Xwarinxane Ji Xwendevan Ziman
Rojev Werzîþ Cîhan Aborî Teknolojî TV Radyo Rojname
 
24 Saet
24 Saet

kazim-yilmaz-koca-xwe-ya-dawi-kir

: 2010-03-06 22:14:38
: 2010-03-06 22:31:14
Nûçeya Nû

Berî niha bi 30 salî, dema ku dest bi Têkoþîna Azadiya Kurdistanê kirin, hemû 30 salî bûn. Di 30 salî de her cure kuþtin jî dîtin, mirin jî dîtin. Lê nemirin, ji xwe re mirin nehiþtin, jiyaneke bêsînor û bêdawî ava kirin, bûn nemir. Yên ku mirin, ew ên ku dest ji Têkoþîna Azadiya Kurdistanê berdan û dest bi tesfiye û tunekirina tevgerê kirin bûn.

Kazim Yilmaz ê ku endamê PKK bû, piþtî 30 salên têkoþer, hîn ku mal bi mal digeriya û gel ji bo protestokirina serdegirtina Roj Tv vedixwend çalakiyan, krîza dil derbas kir û di siwareyê de koça dawî kir.

Kazim Yilmaz do êvarê saet di 17:00'an de, krîza dil derbas kir. Li gor agahiyên ku hevalên wî dane, Yilmaz ji bo kurdan vexwîne çalakiya protestoyê, mal bi mal digeriya. Li deriyê malên kurdan dixist û ew vedixwendin çalakiyê. Ji bo beþdariya meþa li Brukselê gazî wan dikir. Heyecana pêvajoyê, planên NATO, DYA, Ewropa û Tirkiyeyê serê wî mijûl dikir û stresek giran dixist ser laþê wî. Dilê wî hew îdare kir û krîza dil derbas kir.

Koça dawî ya Kazim Yilmaz kurd xemgîn kirin. Ji bo Yilmaz roja 7'ê adarê li Parîsê dê kurd li komeleya xwe bicivin, saet di 13:00'an de civîna bîranînê dê were pêkanîn û sersaxî bên qebûlkirin. Cenazeyê wî piþtî formalîteyên fermî dê ber bi Sêrtê ve were þandin.

Wî 30 salên tijî çalakî û hewildan di nav refên Têkoþîna Azadiya Kurd de derbas kir. Demekê li nav refên gerîla ma, birîndar bû û hate girtin. Di bin çavan de êþkenceyên giran dît, 9 salan di girtîgehê de raza û derket. Dûmahîka temenê xwe, ji bo tedawiya nexweþiya xwe li Fransa derbas kir. Çar salên dawî ji aliyekî bi tedawiyê, ji aliyekî jî bi hewildanên siyasî derbas kir.

Koça Kazim Yilmaz dide nîþan ku nifþekî din bi têkoþîn, berxwedan, þer û pevçûnan temenek derbas kir. Ferqa vî nifþî ji nifþê Celadet Elî Bedirxan, Cegerxwîn, Qedrîcan, Osman Sebrî û hevalên wan ev e, ku ev nifþ dema hate temenê xwe yê 60 salî, li xwe kêm nekir û bi milyonan kes li pey xwe hiþt. Heta vî nifþî nifþekî nû di salên 1980'yî de derxist holê, ku ew nifþ niha 30 salî ye û li serê çiyê ye, li kolanên bajaran e û li her derê li ser kar e. Lê nifþê Bavik ê Têkoþîna Azadiya Kurdistanê îro gihaþt temenê xwe yê 60 salî.

Amîda Kurd



409