| 09 Rezber 2010 |
Navenda Komeleya Nivîskarên Kurd li Amedê daxuyaniyek der barê operasyona polîsên belçîqî de weþand. Di daxwiyaniya komeleyê de serdegirtina polîsên Belçîqa hate þermezarkirin.
Daxuyaniya nivîskarên kurd a nivîskî îro li çapemeniyê hate belavkirin. Di daxwiyaniyê de hate gotin ku Roj Tv di encama têkoþîneke dûdirêj de hatiye avakirin, ew deng, guh û zimanê gelê kurd e.
Nivîskarên kurd operasyona Belçîqayê wekî standina zimanê kurdan bi nav kir. Her wisa li ser taybetiya Roj Tv hate rawestandin ku weþana xwe bi asûrî-suryanî û ermenî jî dike. Nivîskaran operasyon wekî durûtiya ewropiyan bi nav kir.
Operasyona Belçîqayê wekî karekî ji dervê yasayan hate binavkirin û daxwaz ji hikûmeta Belçîqayê hate kirin ku di demildest de lêborîna xwe ji kurd, ermenî, asûrî, keldanî û hindikahiyên Kurdistanê bixwaze.
Amîda Kurd
: 2010-03-06 19:52:32
http://www.amidakurd.com/dumahik.php?id=3886
Hemû maf parastî ne.
Copyright © 2009-2010, VACMS NET