2010-03-06 / Bi hezaran kes bi armanca protestokirina biserdegirtina sazî û dezgehên kurd û desteserkirina siyasetmedarên kurd, li paytexta Belçîkayê Brukselê kom bûn û bi drûþma “Roj Tv ne bê xwedî ye” meþiyan.Meþ, li Qada Îstasyona Nord saet di 13:00 de dest pê kir û bi hezaran kes beþdarê çalakiyê bûn. Çapemeniya navneteweyî û ya Belçîkayê eleqeyeke mezin nîþanê çalakiyê dan. Ciwanên ku ji herêma Limburg a Belçîkayê tevlî bûbûn, pankarta “Belçîka, nebe lîstokê DYA`yê” vekirin.Piþtî meþê mitîngek hat lidarxistin û Serokê KNK`ê Tahir Kemalîzade axaftineke tûj kir û Belçîkayê û Yekîtiya Ewropayê hiþyar kir.Xebatkara Roj Tv`yê Necîbe Karadaxî jî axaftinek kir û wiha got: “Ji me re dibêjin terorîst, lê yên vê êrîþê kirine terorîst in, em dengê gelekî ne.” Siyasetmedarê kurd Cuma Tak jî di axaftina xwe de diyar kir ku ev konsepta li dijî gelê kurd, konsepta komkujiya siyasî ye, lê Roj Tv dengê gel e û dê nikaribin dengê gel bibirin.Parlamentera Mêrdînê ya BDP`ê Emîne Ayna jî beþdarê çalakiyê bû, axaftineke kin kir û silav li berxwedana çalakvanan kir.Wêne: BARAN AYDEMÝRÇavkanî: ANF NEWS AGENCYWerger: Amîda Kurd 263