| 09 Rezber 2010 |
Serokê Konseya Kargerî ya KCK'ê Murat Karayilan, bi boneya êrîþên Ewropa yên li ser saziyên kurdan daxuyaniyek da Ajansa Nûçeyan a Firatê. Karayilan 19'mîn salvegera serhildana gelê Ranyayê bi bîr anî û bal kiþand ser berxwedana gelê kurd a dîrokî û anî ziman ku dê gelê kurd li hemberî êrîþan bi ruhê dîrokê bersivê bide. Karayilan wiha axivî:
"Rojên 5 û 6'ê adarê ji bo Doza Azadiya Kurdistanê salvegereke girîng in. Di 5'ê adarê de li Ranya berxwedana qehremanî ya gelê me dest pê kiriye û piþtre li tevahiya Baþûrê Kurdistanê belav bûye, bûye raperîn. Di meþa azadiya kurdan de zîvirokeke girîng e. Salvegera 19'mîn a raperîna 5'ê adarê, di serî de ji bo gelê Kurdistana Baþûr, bi giþtî ji bo hemû gelê Kurdistanê pîroz be."
Karayilan bal kiþand ser girîngiya hilbijartinên 7'ê adarê jî û wiha got:
"Ez hêvî dikim hilbijartinên Iraq û Baþûrê Kurdistanê di hewayeke aþtî û demokrasiyê de pêk were û gelê me yê Kurdistana Baþûr di vê serhildanê de serkeftinê bi dest bixe. Teqez, dê serkeftina gelê me ji bo mayindebûna destkeftiyan roleke girîng bilîze."
Karayilan di axaftina xwe de bal kiþand ser êrîþên li ser destkeftiyên gelê kurd û got:
"Îro li dijî destkeftiyên gelê me êrîþeke pir veþartî dest pê kiriye. Bi taybetî çapemenî û weþanên din ên kurdan û hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê divê bizanin ku îro êrîþa li hember Kongra Gel û Roj Tv, êrîþeke di asta cîhanî de ye li dijî îtibara gelê kurd. Ev êrîþ li hember tevgera çandî, dîplomatîk û siyasî ya ku li hember mêtingeriya zalim bi hêza xwe ya navxweyî li ber xwe dide. Ev êrîþ li hemberî gelê kurd hemûyî ye. Ji ber vê, divê hemû sazî û dezgeyên demokratîk ên Kurdistanî li hember van êrîþan bêdeng nemînin. Ev êrîþek li dijî doza azadiyê ya mafdar e. Herkes divê helwesta xwe nîþan bide û dengê xwe bilind bike. Gaziya me ev e. Gelê me, divê di vê dema girîng de têkoþîna xwe bilind bike û doza me ya azadiyê ya mafdar û meþrû li hemû bingehan bi awayekî xurt bimeþîne. Her kesek barê ku dikeve ser piþta xwe divê hilgire."
: 2010-03-06 16:58:49
http://www.amidakurd.com/dumahik.php?id=3884
Hemû maf parastî ne.
Copyright © 2009-2010, VACMS NET