| 09 Rezber 2010 |
Ji mafê her kurdekî ye, ku bizane di çapemeniya cîhanê de, der barê wan de çi tê axaftin, gotin û nivîsandin. Em wekî Amîda Kurd, nirxandina malperê bê þîrove diweþînin:
"Pêþî em bûyeran rêz bikin:
Polîsê Belçîqa roja 4'ê adara 2010'an pêncþemê, li dijî derdorên kurd ên li welêt, operasyoneke berfireh da destpêkirin û 20 kes binçav kir.
Li gor nûçeya kanala dewletê ya Belçîqa RTBF TV’ê, 300 polîsî li bajarên Bruksel, Anvers, Charleroi, Namur û Vervierê girt ser navendên kurdan. Di nav cihên serdegirtî de studyoyên Roj Tv jî hebûn.
Parlamenterên kevin ê DEP'ê Zubeyir Aydar û Remzi Kartal ên ku ev gelek sal in li Ewropa wekî penaberên siyasî dimînin, hatin binçavkirin.
Nûçe ev e.
Em bên ser bîranîna hinek agahiyên kevin:
Serokomar Abdullah Gul, di adara 2009'an de li Brukselê digel Qralê Belçîqa II Albert hevdîtin kiribû û pirsgirêka kurd axivîbû.
Berî niha bi çend mehekî, Serokwezîrê Belçîqa Yves Leterme bi lez û bez serdana Ankarayê kir, lê di çapemeniyê de cihekî fireh negirt. Di dema serdana xwe de mijar careke din hate rojevê.
Her dawî, balyozê Tirkiyeyê yê li Belçîya yê nû Murat Ersavci, ji aliyê Wezîrê Dadê yê Belçîqa Stefan de Clerck û Serokwezîr Yves Leterme hate pêþwazîkirin.
Em bên ser pirsa xwe: Çi Dibe?
Bi salan e çima tevî Belçîqayê, li Ewropa operasyon li komele, tv yên kurd-PKK'ê nayên kirin?
Roj TV (MED TV) ji sala 1994'an ve weþanê dike. Nexwe çima niha operasyon dibe?
Li gor þîroveyan, nirxandinên Abdullah Ocalan ên der barê AKP'ê de, ku îro di odatv.com de heye, ya rast vê yekê datîne holê.
Êdî Ewropa jî beþdarî pêvajoya têxistina PKK'ê ya bin baskê terîqeta Barzanî bû
Piþtî vekiþîna Artêþa DYA'yê, ji bo Tirkiye bibe parêzvanê kurdên Barzanî, hemû astengî dên jiholêrakirin.
Ji bo kurd û PKK bi Berzanî re li hev bên û bi vê polîtîkayê re lihev bikin, li gor agahiyan dê hinek tevdîrên girantir bên standin.
Xuya ye kurdên ku bi AKP û her wisa bi polîtîkayên Rojhilata Navîn ên DYA'yê re li hev nekin, dê bi lez bên belavkirin."
Werger: Amîda Kurd
Çavkanî: odatv.com
: 2010-03-06 10:48:31
http://www.amidakurd.com/dumahik.php?id=3883
Hemû maf parastî ne.
Copyright © 2009-2010, VACMS NET