Serûpel
|
Nûçeya Taybet
|
MANÞET
|
Nûçeya Flaþ
|
Rojev
|
Nûçeyên Rojê
|
Polîtîka
|
Jiyan
|
09 Rezber 2010
Amîda Kurd
Hevpeyvîn Dosya Ji Amîda Wêje Weþan Muzîk E-Pirtûk Xwarinxane Ji Xwendevan Ziman
Rojev Werzîþ Cîhan Aborî Teknolojî TV Radyo Rojname
 
24 Saet
24 Saet

girtina-seroke-pjak-e-kare-dya-ye

: 2010-03-06 10:15:59
: 2010-03-06 10:17:16
Nûçeya Nû

Binçavkirina Hecî Ehmedî piþtî girtina Serokê Kongra Gel Remzî Kartal û Zubeyir Aydar pêk hat.


Serokê PJAK a ku li Rojhilata Îranê li dijî rejîma Îranê têkoþînê dide, do êvarî li bajarê Kolnê hate binçavkirin. Polîsan Hecî Ehmedî ji mal birin.

Li gor agahiyan operasyon ji aliyê 12 polîsên sivîl ve pêk hat. Di encama operasyonê de saetê li malê lêgerîn hate kirin. Nîþe nivîsên Hecî Ehmedî û telefona wî hate desteserkirin. Polîsên Almanya der barê sedema girtina wî de jî, der barê cihê ku niha lê ye jî tiþtek negot.

Rayedarê Koordînasyona PJAK'ê Agirî Þaho, binçavkirina Hecî Ehmedî þermezar kir û ev yek wekî operasyonên dawî yên der barê siyasetmedarên kurd de, ku ji aliyê navendeke Amerîka ve tên meþandin, bi nav kir.

Þaho ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî û got: "Li pey vê operasyonê Amerîka heye. Zubeyir Aydar û Remzî Kartal hatin girtin, dibe daxwaza Tirkiyeyê bandor lê kiribe. Lê binçavkirina Hecî Ehmedî dide nîþan ku hêzên din hene. Em difikirin ku tiliya Amerîkayê di vê operasyonê de heye."

Þaho daxuyand ku binçavkirina Hecî Ehmedî wekî desteka sepanên paþverû yên Îranê tên famkirin û got: "Ev demek e ku di navbera Amerîka û Îranê de hevdîtin tên kirin. Tê guhê me ku hin peyman hene. Teqez bazarek tê kirin. Heftiya borî serokê Cundullahê radestî Îranê kirin. Ev jî operasyoneke Amerîkayê bû. Ez bawer dikim ku rêveberiya Washingtonê ji Îranê re dibêje 'binihêre em ê têkoþînekê li dijî hêzên pirsgirêka wan bi te re heye, dikin.' Peyameke wiha dide.


Amîda Kurd

476